Tirsa Dilê Me


Rojekê alimek li kevîya golekê runiştî ye. Dinêre kûçikek ji tîna dike ku helaq bibe. Lê kûçik her cara ku nêzîkî avê dibe şûnda direve. Ev rewş bala vî alimî dikşîne û buyerê zêdetir temaşe dike. Dinêre ku kûçik dema tê ser avê sûretê xwe di avê de dibîne û ditirse, loma şûnda direve.
Dawîya dawîn kûçik êdî nikare îdare bike û xwe davêje avê. Ji bona ku êdî sûretê xwe di avê de nabîne têr avê vedixwe û ji avê derdikeve diçe.
Wê demê ev alim li ser vê bûyerê difikire û ji xwe re dibêje:
Ez, ji vê buyerê vîya hînbum:
“Di nava însan û daxwazên wî de pirr caran, tirsên ku di dilê xwe de mezin kirine dibe asteng. Eger însan wê tirsê ji dilê xwe derxîne,  digîhîje her daxwazên xwe.”

Ders û îbret

1- Îro sebebên vê zelîlî u rezîlîya me tirsên ku me di dilê xwe de mezin kirine loma ye. Em ji dewletê, memurên dewletê, leşkerên  dewletê, rêveberên dewletê bi kurtî ji hemu tiştê ku ji dewletê tê ditirsin. Ew jî di nava me û daxwazên me de dibe asteng û em nagîhîjin miradê xwe.
Xwedê Teala wuha dibêje:
Ew şeytan ancax dostên xwe ditirsîne. Eger we bawerî anîbe ji wan netirsin, ji min bitirsin.” (Alî Îmran: 175 )
2- Em ji rizqê xwe ditirsin. Em dibêjin em bawerî bi Xwedê tînin. Bi zimanê xwe em vîya dibêjin, lê dilê me tim bikul e. bawerîyeka yêqîn bi me re tune. Eger hebuya em dizanin ku Xwedê REZAQ e û rizqê hemu mehluqan dide. Wê demê em ji bo rizqê xwe ji zaliman re nedibun kole. Xwedê Teala wuha dibêje:
Bêşik yê rizq dide, ew Xwedayê xwedî hêz e. (Zarîyat: 58)
3- Em ji maqam û mewkîyên xwe ditirsin. Loma ji bona ku em vana hinda nekin Ji zalim û zordestan re sitû ditewînin.
4- Em, îmtîhana dinyayê ji bîr dikin, ji bo hindakirina malê dinyayê, meqamên dinyayê zarok û ewladê xwe û jinên xwe ditirsin. Herwekî ku qe em namirin bi çar destan bi dinyayê digirin.Lê Xwedê Teala di kitêba xwe de wuha dibêje:
Ji mirovan re, hezkirina; jinan û zarokan, lod bi lod komkirina zêr û zîvan, hespên rewan û dewaran, çand û zeviyan, hatiye xemilandin. Evanan pertalên jiyana dinyayê ne. Lê warê herî xweş hew li cem Xwedê ye. “ (Alî Îmran: 14)
5- Em ji mirinê ditirsin. Lewra bawerîya axîretê di dilê me de baş rûneniştî ye. Eger runişta me ji bo çend rojên dinyayê awqas meymûnî nedikir. Xwedê Teala wuha Ferman dike:
WÊ HER CAN (NEFİS) MİRİNÊ TAM BİKE. PAŞÊ HÛNÊ Bİ BAL ME DE BÊNE VEGERENDİN.(‘Enkebut: 57)

wesellam





Hiç yorum yok: