Wextekê padîşahek hebu. Bi dewlemendîya xwe, di dinyayê de bi nav û deng bu. Padîşah di ku de biçuya, xezîna xwe jî, bi xwe re dibir. Dema însanan dihate li xezîna wî temaşe dikir pirr pê kêfxeş dibu û bi nêrîn û heyranîya mirovan zêde zêde mesud û bextîyar dibu.
Li
der û dora vî hukumdarî gelek peya û zilamê wî hebun. Di nav wan mirovan de
însanekî zana hebu û yekane dostê wî jî ew bu.
Rojekê
pirsekê ji vî mirovê zana dike dibêje:
“Tu
bi îlmê erd û esmanan mijul dibî. Li se rûyê erdê însanên padîşah jî, şervanên
bi hêz û quwet jî tên bi te dişêwirin û li benda peyvek te ya bi xêr in. Niha
ez fikrê mirovekî wek te meraq dikim. Gelo tu di derheqê hukumdarî û hebuna min
de çi difikirî?”
Mirovê
zana li pêş hukumda rudinê û li nava çavê wî dinêre. Paşê wuha dibêje:
Padîşahê
min! Em ferz bikin tu di çol û berîyek ku ji germanan dikele de derbas dibî.
Ava te xelas buye. Eger tu avê venexwî tuyê ji tîna bimrî. Wê demê ez tasek av
dirêjî te bikim, gelo tuyê nîvê xezîna xwe bidî min?”
Padîşah
bersiva wî dide dibêje:
“Belê
min ê nîvê xezîna xwe bida te.”
Dîsa
demek di ser re derbas bibe û tu ji tîna
hindik maye ku bifetisî, ez tasek ava din jî bidim te, tuyê nîvê xezîna xwe ya
mayî bidî min?”
Hukumdar
hinekî difikire û dibêje:
“Belê
ji bona ku ez nemirim min ê nîvê xezîna xwe ya mayî jî bida te.”
Mirovê
zana dikene û wuha dibêje:
“Padîşahê
min! Tu dibînî ku zêde ne hewceye ku em li serê pirr bifikirin. Lewra hebuna te
û xezîna te bi qasî du tas av bi qîmet e. Zêde bi mal û milkê xwe nefir e.
Ders û Îbret
1- Di nav xelkê de ji dewletê û nîmetên
dewletê bi qîmettir tu tiştek tune. Lê dema
mirov hinekî bi hîkmet difikire, hemu mal, milk hukumdarî û padîşahî bi qasî
yek hilmek nefesê jî ne bi qîmmet e. însan dikare hemu hebuna xwe ji bo yek
hilmek nefes feda bike. Lewra can şêrîn e.
2- Hukumdarî şer û pevçuna cîhanê ye. Ew ji,
ji derd û kulan bêtir, tiştekî naxîne canê mirov. Lê li dinyayê ji sihat û
selametîyê rintir siûd û talîh tune.
3- Aqubeta kêf û zewqa dinyayê şerpezetî
ye. Dawîya ên di hewa û hewesa dinyayê de bextîyarîyê digere tim rezîlîye. Eger
tu dostekî ebedî dixwazî, ji taetê neqete.
4- Umrê însan, wek saeta qumê roj bi roj
kêm dibe. Di dinyayê de herî tiştê bi qîmet dem e. qiymeta ûmrê xwe zanibe.
5- Eger
tu dixwazî hem li vê dinyayê û hem jî li dinya din hizurê bibînî, xwe ji hewa û
hewesên ku te bi dinyayê ve girê didin bifilitîne.
Dinya sê roj e. Do, îro û sibê. Do, derbas bu
çu. Sibê, wê were, yan neyê, ne dîyar e. Madem wusaye qiymeta Îro baş bizanibin.
Gelek kes ji
bona ku mîratxurê wî pevçinin loma mal dicivînin. (HZ. ‘Elî)
Tiştê ku di
pêy te de dimîne ne ê te ye. (Sadîyê
Şîrazî)
Heta destûra
Xwedê tunebe kes nikare bimre. Mirin li gorî wextekî hatiye nivîsandin. Kî xêra
dinyayê bixwaze em ê ji wê bidine wî, kî xêra axîretê bixwaze em ê ji wê jî
bidine wî. Em ê mukafatê bidin şikurdaran. (ALÎ
ÎMRAN: 145)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder