Friedrich Schiller di gotinek xwe de, di derheqê ziman de wuha dibêje: “Ziman neynika milletekê ye. Dema hûn li vê neynikê dinêrin, di wir de ekoya xwe ya rasteqîn dibînin.” Gelo ev tespîta ji bo me Kurdan jî derbas dibe yan na? Dema mirov li civaka Kurd dinêre, bi dilekî rehet mirov nikare bibêje erê. Mixabin Kurd, îro di neynikên xwe de xwe nabînin. Di neynika me her yekê de Tirkek, Erebek, Farisek yan jî yekî din tê dîtin.
Ziman bitenê ji bo têkilîya
nava însanan nîne. Ziman hatina nifşên nû jî kifş dike. Ji ber vê yekê di qanun
û yasayên dewletan de herî tiştên ku li ser sekinîne “perwerdeya zimanê dayîkê
ye.” Lê Îro em ji vî tiştî mahrum in.
Konfuçyus dibêje: “ Eger hûn
dixwazin milletekê tune bikin, ji ziman destpê bikin. Dijmin wusa jî kir û
zimanê Kurdî li çar alîyê Kurdîstanê qedexe kirin. Ên li kuçe û kolanan qedexe
nekirin jî di dibistanan de qedexe kirin û wek îro tê dîtin ku Kurdî di ber ta
mirinê de can dikşîne. Teybetî li Bakur rewş pir xerab e. Zarokê wan ker û lal
in. Lehçeya Zazakî li ber tunebunê de ye.
Ji bo milletbunê faktora herî
girîng ziman e. Eger hûn dev ji axaftina Kurdî berdin, wê demê hûn nikarin qala
milleta Kurd bikin. Serqisê îro li herêma Derya Reş: “Gagawuzî, Ladînokî, Abazakî, Hemşinî, Lazî, Pontuskî” asimile bun û qedîyan. Xelkê wan tev
bi Tirkî diaxivin. Nifşê îroyîn dibên em bi eslê xwe Laz, Gagawuz, Abaza nin lê
Em Tirk in. Lê sibê roj zarokên wan rabin wê vêya jî nabêjin û wê di carekê de
bibêjin em Tirk in. Jixwe îro li Derya Reş nifşê nû bi wî awayî dibêjin û
Tirkperestî jî bi piranî di nava wan de gur û geş buye. Ev tişt hatiye serê
hinek bajar û navçeyên Kurdan jî.
Ardaxan, Erzrum, Erzîncan,
Qers, Çewlîk Dêrsim Meletî, Elezîz, Semsûr, Dîlok, Mereş, Kilîs Ruha, Sêwaz û
Kurdên Anatolîya Navîn di vê metirsîyê de ye. Di nav Kurdan de ên herî pir
Tirkperestîyê dikin û esl û feslê xwe înkar dikin li van bajar û navçeyan
dijîn.
Li Bakur sedema hindabuna
kurdî partî û hereketên polîtîk û sîyasîne. Yan jî îdeolojîyên wan in. Lewra îdeolojîyên
ku li Kurdîstanê şîn bune û şitil û şaxên xwe di nav gel de belav kiriye, bi
piranî bi destê dewletên dagirker hatiye avakirin. Ên ev îdeolojîyanan
parastine yan bi hişê biratîya gelan yan jî biratîya Misilmanan ev tişt piçûk
dîtine. Bi Kurdî axaftin ji sosyalzm û Îslamê re wek îxanetê dîtine. Ev tişt jî
buye sedema hindabuna zimanê Kurdî.
Hereket û partîyên me
terîqetan, medresan, koçeran, gundîyan heta mirtiban piçûk dibînin. Lê îro
zimanê Kurdî di nav van kesan de zînde ma ye. Ez karim bi dilekî yêqîn vî tiştî
bibêjim ku Kurdîya herî saf û paqij di nav mirtiban de tê axaftin. Lê ên xwe
xwedî eşîr, partî, qebîle, cemaet dibînin nîvo mîvo bi kurdî diaxivin. Di nav
Kurdan de modayek nû destpê kiriye, dibêjin: “Ez Kurdim lê Kurdî nizanim.” Ên awa
dibên qurbana mirtiban bin. Îro namûsa zimanê Kurdî mirtib diparêzin ku ew bi
eslê xwe jî ne Kurd in.
Bila her Kurd vêya baş
bizanibe ku, Zimanê Kurdî, hiş û dilê milleta Kurd e. Kurdîtî jî, zimanê Kurdî
ye. Hişê me bi wî heye. Însanê ku bi zimanê xwe nizanibe gelo çiqas dikare ji
xwe re bibêje ez Kurd im. Lewra zimanê mirov mala fikrê mirov e. Warê mirov
cîyê ku zimanê mirov lê geş û gur dibe ye. Eger zimanê mirov ji holê rabe hêdî
hêdî hestên netewî jî ji nav mirov radibe. Li rojhilat, başûr û rojava zimanê
Kurdî geş e, şiûra millî jî li van dera geştir e. Li bakur ziman li ber mirinê
ye şiûra millî jî li ber mirinê ye. Li nav Bakur de netewetî li ser sloganan
hatiye avakirin û em dizanin ku slogan îdeolojîya hovan e.
Îro roj li ser her Kurdekî
wezîfeyek millîye ku bi ruhê seferberî ji bo zimanê xwe bixebite. Pêwîste her
mal ji bo zimanê Kurdî bibe dibistan û dersxane. Parastina zimanê Kurdî wek
namûsa millî bizanibe. Teybetî ev bar dikeve ser milê dayîkan. Lewra hest û
têkilîya di nava dayîk û zarokan de têkilîyek teybetî ye. Eger dayîkên me bi
Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin emê taliha Kurdî ya xerab şunde vegerînin.
Bila her Kurd vêya baş bizanibe
ku; milletbuna me, hebuna me, rumeta me girêdayî zimanê me ye. Werin zîndanên
ku dijminê me ji bo zimanê me ava kirine em xerab bikin. Zincîrên koletî û
bindestîyê yek bi yek bişkînin. Xelekên ku ji hîle û pîlanan hatine demezrandin
biqetînin. Kultira dagirkeran ku wek nîr, hamud û toqa bendetîyê ye ji stûyê
xwe derxînin û milleta xwe weka her milletî serbilind û serfîraz bikin. Bi
zimanê dijminê xwe neaxivin. Ji bîr neke ku ji her peyvek wî zimanî xwîna bavû
kalê te û ked û xwîdana xwuşk û birayên te diherikin.
Bi hêvîya axaftina zimanê
şêrîn….