Wek mirovên ku psîkolojîya
wan xerab buye, bawer dikin ku bi hemu tiştê rast û dirûst ew dizanin, her yek
xwe di navenda dinyayê de dibînin, pozê wan bilind û mû ji bivîla wan nayê
kişandin. Li gorî wan analîzên herî grîng û şîroveyên pir bi wate karê wan e.
Li gor qenaeta wan Ew difikirin û xelk jî dikin. Lê mixabin nakokîya herî mezin
jî ewe ku haya tu kesi ji wan tune û xwe bi xwe dibin zava û bûk.
Piştî ku ev sosyal medya
derket, nexweşî bêtir zêde bu. Dirûtî bu karê van mirovên awa. Wesfê ku di wan
de tune, tiştê ku nikarin bibêjin û bikin pir bi hêsan di sosyal medyayê de
tînin ziman.
Her yek xwe, wek Rustemê
Zal dibîne, fedî nekin wê zimanê xwe dirêjî ‘Elîyê xwedan Zulfîqar jî bikin. Li
ser bûyerên li Kurdîstanê diqewumin, her gotinên wûsa ji xwe mezintir dikin ku
ên wan nasnekin wê bibêjin qey li vê dinyayê çi kiramatên wan heye. Lê
Kurdîstan tev bişewute jî reheta xwe xerab nakin û li qad û meydanan tu wî
nabînî.
Tu kêrê bidî ser stûyê
wan, nikarî quruşek pere ji bêrîka wan derbixînî lê ew xwe di sosyal medyayê de
wek Xatemê Taî didin nîşandan. Zimanên xwe yê tûj dirêjî însanên ku ji bo xizan
û rebenan dixebitin dikin.
Tû lê dinêrî di wextê de di
nava hinek cemaetan de cî girtine, heta di wextê de li wê derê rolên çalak jî
lîstine. Lê gava dostê wan rastî bela û mûsîbetekê hatine, her wekî ku qe
nasnakirine ji van dost û hevalên xwe qetya ne. Wekî cin ji hesin ditirsin, ji
van dostên xwe dûr dikevin. Lewra dizanin ku eger li cem wan bisekinin wê nanê
wan, meqam û mewkîyên wan bikeve metirsîyê.
Dibe carna însan nefsa xwe
mezin bike û xwedî enanîyet be jî. Xwedê Teala dema însan çêkirîye mixabin bi
van wesfa çêkirîye. Lê Xwedê Teala pir carî jî însan hişyar dike, bala wî
dikşîne ser wan nexweşîyan. Lewra ji her tiştê ku însan dike û dibêje mesûl e.
Xwedê Teala miheqeq hesabî wî ji mirov dipirse.
Xwedê Teala di kitêba xwe
de wuha dibêje:
“Gelî ewên bawerî anîne!
Tiştê ku hûn nikarin bikin, çima dibêjin?” (SAFF-2 )
Em werin ser mesela xwe û
van hevalan:
wekî ku tê zanîn ev nêzîkî
pênc sala ye ku platfrma Xwenasî hatiye avakirin. Ên ev platform avakirine, ji
wan hinek kes berê di nav cematekê de bun. Lê piştî hinek bela û mûsîbet ev
cemaet demek dirêj di agirê xwe de şewutî, deng ji endamên wan derneket. Hinek
ji wan ketin hefsê, hinek mirin û hinekan jî bi mejburî terka war û welatê xwe
kir. Rastî operasyonên qirêj hatin.
Gelek kesên ku berê di nav
vê cematê de cî girtibun, bi bêwefatî terka hevalên xwe kir. Li şehîd û
maxdurên wan xwedî derneket. Mala xwe ji penaberan re venekir û parîyê nanê xwe
bi wan re parve nekir. Li hefsîyên xwe xwedî derneketin, destê xwe dirêjî wan
nekirin û destê xwe di serê zarokê wan de negirtin û hêsrê çavê wan paqij nekirin.
Ev tişt ne normal be jî,
dîsa jî ez vîya normal dibînim. Lewra însanên ku ji bo Xwedê nankor be, ma ji
însanan re bêwfa be pir e. Lewra însan diguhere, fikrê ku berê diparast
dibe ku îro neparêze. Metirsîyên wî çêdibe, tiştê ku hinda dike çêdibe, carnan
înkar jî dike. Ji ber vê yekê, ez van însanan ne tohmetbaran dikim û nejî lome
û gazinan ji wan dikim.
Lê tu rabî însanên ku bi
vî karî bawer kirine û serê xwe danîne ser vê dozê rexne bikî, bi tiştên derew
wan di bin tohmetê de bihêlî wê demê rewş diguhere. Wê gavê em jî dikarin di
derheqê wî zimanê we yê tûj de çend gotinan bibêjin.
Gotinek mezinên kurdan
heye ku pir bi wate ye, dibêjin: “Kera barê te ne lêbe, çima tu li pêy dikî ço
ço.”
Li gor qenaeta min di
derheqê van însanan de ev pêkenoka Xoce Nisreddîn gelekî balkêş e:
Dibêjin rojekê Xoce
Nisreddîn ber bi mala xwe ve dimeşe diçe. Hevalekî wî di pêy wî de bangî xoce
dike, dibêje:
Xoce, Xoce ma te Beroşek
tije helaw nedît?
Xoce qe rewşa xwe xerab
nake û wuha bersiva wî dide, dibêje:
Ma ji min ra çi
Vê carê hevalê wî dibêje:
Xoce ew beroşa helawê ber
bi mala we ve diçu.
Xoce vêcarê dibêje:
Wê gavê ji te re çı.
Birayên! Min eger bera jî
hûn pir berketîyên cemaeta xwe bun, heya îro hûn li ku bun. Dema hevalê we di
tunebunê de, bêkesîyê de digevizîn çima dengê we dernediket?
Dema hevalê we di hefsan
de dirizîya çima we destê xwe dirêjî wan nedikir?
Dema malbatê hevalên we
hewceyê serîk pîvaz bun çima we parîyê xwe bi wan re parve nekir?
Dema jinên wan hevalê we
di bin barê jîyanê de xilûz dibun hûn li ku bun?
We ew emanetê kê kiribun,
ma we rojekê hal û xatirê wan pirs kir?
Ma we hêsrê zarokên wan
paqij kir?
Em dizanin ku îstîsna hebe
jî,we ev nekir, we li karê xwe mêze kir, hûn ji bo meqam û mewkîyên xwe
xebitîn.
Ji we gelek mezin jî bu,
serê hinekan gihîşt esmanan jî, lê ji me re çi….
Lê tiştê ez fam nakim çima
hûn di cîyê xwe de nasekinin.
Van însanana çi dikin yan
jî nakin ji we re çi, çi agir li ser serê we şewutî ye?
Ev dijminantî ji bo çi ye?
Çima Hûn bi zimanê xwe yê
tûj û bi gotinên wan kesên ku neyarên wane dipeyîvin?
Ez dîsa dibêjim eger bera
jî hûn dostê van însananın werin destî xwe dirêjî wan bikin û ew xeletîyê ku
hûn dibêjin bi hev re serrast bikin, na hûn dibêjin em di navê cî nagirin çima
hûn awa dişewutin?
Ma hûn ji Xwedê natirsin
qey hûn ji Xwedê jî fedî nakin?
Eybe, şerme fedî ye……..