Çêrokên Azadîyê 2

Padişah û Kewê Gozel
Dibên rojekî padîşahak bi tebdîlî qiyafet li sûka çûçikan digere. Nêçîrvanan çûçikê ku girtibun anîbun sûkê û hinek kesan jî çûçikê xwe yên kedîkirî dofrotin.
Çavê padîşah bi kewê gozel dikeve.
Li ser qefesên hinek kewan dinivisîne ku heba wan bi yek zêrekî ye.
Lê di qefesek din de kewek hebu ku bihayê wê 300 zêr bu. Kewê ku buhayê wê 300 zêr e bala padîşah dikşîne. Ji xwedîyê kew dipirse:

-Xêre çima buhayê vê kewa ji vanê din zêdetir e. Çima ew 300 zêre û wanê din bi zêrekî ye?
Xwedîyê kew:
-Padîşahê min!Ev kew pirr xweş hatiye kedîkirin û pirr xweş dixwîne. Gava ev kew dixwîne çiqas kew hene tên li dora wî datînin û nêçîrvan jî bi hêsanî wan digre.
Padîşah dibêje :
Bide min ez vî kewî dikirim û 500 zêrî derdixîne dide xwedîyê kew. Lê hema li wir serê kew jêdike û dikuje.
Zilam şaş dimîne û ji padîşah dipirse:
Padîşahê min! Ma te çikir çima te ev kewê awqas bi buha kuşt û li çogê xwe û sîngê xwe dixe û dibêje ma ne heyf bu?
Padîşah pirr hêrs dibe û dibêje: Ev kew îxanetê li qewmê xwe dike aqubeta vîya, îro yan jî sibê wê bi vî awayî be. Cezayê îxanetê ev e.
Ev çêrok tu dibêy qey çêroka milleta Kurd e. Dîroka Kurdan bi tekoşîn û serhildanên zêrîn hatiye nivîsandin. Lê bi van tekoşînên bi şeref û rumet re dîroka kurdan ya din jî, dîroka îxanet û kartevhevîyê ye. Mixabin dîroka Kurdan bi kesên ku şeref û rûmeta xwe ji bo berjewendîyên xwe firotîye û bi kesên ji prensîb û fezîletê mahrûme tije ye. Ji do heya îro Kesên ku aşiqê celadên xwe bune û ji qewmê xwe re îxanet kirine ne kême.
Dîroka me dîroka qehremana ye.  ji nava me gelek merivên mêrxas û egît derketine. Merivên hêja û qedirbilind derketine ku mora xwe li dîroka welatê xwe xistine. Lê ji alîyê din ve gelek merivên xweliser, rezîl, bêxîret û xayinên mezin jî derketine.
Ez bawer nakim ji xêynî kurdan ji nava miletekî din ên eslê xwe înkar bike û ji milleta xwe re dijminantîyê bike derkeve. 
Lê binêrin îro di nava AK partîyê de kesên ku di nuxteyên girîng de xwedî meqam û mewkînin gelek zêde ne.  
Ji wezîrê Yekitîya Ewrupa Mewlut Çavuşoğlu bigrin heya Beşir Atalay, ji Bülend Arınç bigrin heya wezîrê Edaletê Bekir Bozdağ, ji Bînalî Yıldırm bigrin heya Fatma Şahin, ji Cevdet Yılmaz heya Mehmet şîmşek û ên ku em nikarin navê wan li vir binivîsînin bi eslê xwe Kurd in. Di nav camîa hunermend karker û gelek sektorên din de jî bi hezaran Kurd hene. Di sîstema Tirkîyê de di cîyên girîng de rolên mezin dilîzin.
Lê mixabin ev însanana tu haya wan ji welatê wan tune. Li pê berjewendîyên xwe bi celadên xwe re karevhevîyê dikin. Ji bona talanîya Kurdîstanê salixa didin dijmin. Kurdîtîya xwe li ber derîyê meclîsê danîne û çavê xwe ji mûsîbet û felaketên ku li welatê wan diqewume re girtine. Li hemberî asîmulasyon û tinekirinê re tu hewlek wan tune û ji zilma dibe re jî ker û kor û lal in.
Kurd bune wek qewmê kewê, herkes li ava serê kew digere lê kew jî li ava serê qewmê xwe digere. Kurd bune wek kewan û kew jî dijminê qewmê xwe ye. Qewmên ku welatê me dagir kirine, wek rovî û çeqelan di kozikê de ji bona ku xwîna me vebixiwin ketine kemînê. Em çi dikin? Em jî li ser navê hin îdeolojî, fikir û baweriyan neyartiya hev dikin. Xwîna hev dirjînin, ji bo ku zora birayên xwe bibin bi dijminê xwe re dostanîyê datînin ev fitne û fesadî me zeîf dixîne û ji dijminê xwînxwar re dike parîyê devê wan.
Eger em dixwazin, em jî di nav milletê cîhanê de cîyê xwe bigrin, pêywîste em hevûdin qebul bikin. Ji bawerî û îdeolojîyên hev re hurmetê bikin. Cudatîya di nava xwe de nekin problem.
Xwedê Teala perçebun û cudabênê qedexe dike û di vê xisûsê de wuha dibêje:
“Gelî ew ên bawerî anîne! Ji Xwedê, bi awayê layîqî wî ye, bitirsin û hew bi Misilmanî bimirin.
Hûn tev bi hev re, bi benê Xwedê bigirin. Ji hev neqetin û ni’metê Xwedê li we kiriye bînin bîra xwe. Dema hûn dijminê hev bûn, (Xwedê) dilê we li hev anî, êdî hûn bi ni’metê wî bûbûn birayên hev û hûn li qiraxa çala agir bûn wî hûn ji wê derê xelas kirin. Bi hêviya hûn rêya rast bibînin Xwedê ayetên xwe ji we re bi vî awayî beyan dike.”
Em ji Rebbê alemê hêvî dikin ku dijminantî, kerb û fitneya di nava gelê me de biborîne û dilê me li hev xweş bike.