Çêrokên Azadîyê 1

Dibêjin li gundekî rojekê kera gundiyekî dikeve bîrek kûr û teng. Gundî dora bîrê re diçe û tê  lê bi bêçaretî dike nake nikare kerê ji bîrê derbixîne. Zire zira kerê agir berdide kezaba vî gundîyî.
Dawîya dawîn gundî biryarê distîne û ji xwe re wuha dibêje:
Jixwe ker pîr buye û  êdî bi kêrî min jî nayê di alîyê din de jî peywiste  bîr bê girtin. Paşê gazî gundîyan dike û tev bi hev re despêdikin bîrê tije ax dikin.
Dema gundî axê davêjin bîrê ker rewşê fam dike û ji berê bêtir zirîna xwe zêde dike. Paşê bi awayekî sosret ker dev ji zirînê berdide.

Piştî avêtina axê xwedîyê kerê li bîrê dinêre û şaş dimîne. Lewra ker bi her avêtina axê xwe dawdişîne û ax dikeve binê pîyê kerê. Her axa ku dikeve, ker ji xwe re dike pêlik û ber bi devê bîrê ve bilind dibe.
Dema xwedîyê kerê û gundî vê rewşê dibînin, bêtir axê davêjin bîrê. Paşê çi bibînin, dinêrin ku ker heya ber devê birê bilind buye û di piştî çend bêrên din ker xwe hildipekîne û ji bîrê derdikeve direve diçe.
Ji Qisseyê Hîsse:
1- Wê di jîyana we de dewamî hinek kes axê bavêjin ser we, bi tişên nepak û qirêj we sûcdar bikin. Qomplo, dek û dolaban li dora we bigerînin. Ji bo ku pîyên we biterişînin û bişemitînin, her fêl û pîlanan wê bînin serê we. Eger hûn teslîmîyetê qebul bikin wê daxwaza dijminê we were cî û hûnê ji qadên azadîyê dîsqalîfîye bibin. Na eger hûn ber xwe bidin, hûnê her dek û dolabên dijmin ji xwe re bikin pêlik û di rêya azadî û serxwebunê de mesafeyekî bigrin.
Lê binêrin pêxember (s.x.l) dema dest bi daweta xwe kir, mişrîk û mezinên Mekkeyê bi her awayî pê re micadele kirin. Carna jêra gotin dîn buye, carna gotin bi cina ketîye, carna jê re gotin ew sêrbaze. Dema evanan teva pere nekir dest bi îşkenceyê kirin, eshabê wî kuştin boyqot li ser wî û eshabê wî danîn. Lê dîsa jî Resulê Ekrem dev ji doza xwe berneda û di rêya xwe de meşîya. Mişrîkan mêzekirin bi zor û tundîyê nikarin wî û eshabê wî ji rêya wan bizivirînin xwestin bertîlê bidin wan. Bi wasita apê wî jê rê xeber şandin û gotin: “Eger doza wî seroktîye em wî bikin serokê xwe, eger doza wî dewlemendîye em di nava xwe de pere bicivînin û wî bikin dewlemendê xwe yê herî mezin, eger doza wî jine  ew keça kê dixwaze em jê re bînin.”
Dema wî (s.x.l) ev teklîfên qirêj bihîst ji apê xwe re ev bersiva dîrokî got:
“Apo! Hûn rojê bixin destê min ê rastê û hîvê jî bixin destê min ê çepê ez dest ji doza xwe bernadim.”
Paşîya paşîn Wî û hevalê xwe ji bo doza xwe hîcretî Medîneyê kirin û seltanat û textê wan zordaran di ser wan de xerab kir.
2- ji bîr nekin her tengî, zehmet û astengî ji bo ku mirov bigîhîje armanca xwe pêlik û derenece ye. Di her bîrên bêbinî de jî pêywîste mirov hêvîya xwe hinda neke. Ji bo şoreşkerekî esil mirin bêhêvîtî ye.  
Wekî ku tê gotin mirovê ku hêvîya xwe hinda kiribe, êdî tiştekî ku hinda bike nema ye.
Xwedê Teala di vê xisusê de wuha dibêje: “.. Me mizgîna heqiyê da te. Nebe ji ew ên bêhêvî.” (Sûretê Hîcr: 55)  
3- Karê azadîya welatekî karekî qolektîf û hevbeş e. Her kes bi guhekî dozê ve bigre mirov ancax bi wî awayî digîhîje mirazê xwe. Ji bo welatekî fitne, perçebun, fesadî, şer û pevçûn malxerabi ye. Piştgirî, alîkarî, destek û xebatên hevbeş jî, di rêya azadî û serxwebunê de gavên mezin û rizgarî ye.
Somerset Mɑughɑm dibêje: “ Eger milletek ji azadîyê pirtir qîmetê bide tiştekî din; wê hem azadîya xwe hinda bike û hem jî ew tiştê ku li cem wî bi qîmete wek pere û rehetîyê jî hinda bike.”
Xwedê Teala di vê xisûsê de wuha dibêje:
“Bibêje .“Gelî evdên min ên ku di aleyha nefsa xwe de ji hed derketine! Ji rehmeta Xwedê bêhêvî nebin. Xwedê hemû gunehên we efû dike. Lewra ew Xefûr û Rehîm e.”(zûmer: 53)
Miheqeq ku gotina herî  bixêr peyva Xwedê ye.