Pêxember û
eshabê xwe ji şerê Tebukê dizivirin tên Medînê. Meh ji mehan havîne. Pêxember û
eshabê xwe ji ber rêya dûr û germa
havînê bêzar bune. Her yek zeîf ketiye û
li ber şert û zehmetîyên seferê nayên
naskirin. Di vê seferek de Resulullah li ser hevalên xwe dizivire û ji
wan re wuha dibêje:
“Em aniha ji
cîhada piçûk dizivirin cîhada mezin”.
Eshab şaş
dibin disekinin û dipirsin: “Gelo ma ji vîya mezintir cîhadek din heye?”
Resulê Ekrem
bersiva wan dide û wuha dibêje:
“Belê em ji
cîhada piçûk diçin cîhada mezin ew jî bi nefsê re cîhad e”. (Sûyutî)